Çîn û Hindistanê ji bo ku pirsgirêka sînor li hev kirin

Çîn ji bo ku pirsgirêka sînor a bi Hindistanê ra bi rêya aştiyane çareser bike li hev kir.

Çîn û Hindistanê ji bo ku pirsgirêka sînor li hev kirin

Çînê eşkere kir piştî pevçûna li herêma sînor a bi Hindistanê ra ku bi dehan esker mirin ji bo ku pirsgirêkê bi rêya aştiyane çareser bike li hev kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derva Cao lîcîen di civîna çapemeniyê ya ku li paytext Pekînê li dar xist pevçûna ku duh li sînorê Çîn-Hindistanê qewimî nirxand.

Cao got "herdu alî ji bo ku mijarê bi rêya diyalog û mizakereyê çareser bike, li herêma sînor rewşê haş bike, aştî û aramiyê pêk bîne li heb kir." û îdia kir ku pevçûn ji ber provokasyon û êrîşa eskerên Hîndê çêbû.

Cao diyar kir ku hikûmeta Çînê ji ber pevçûnê Delhiya Nû bi tundî protesto kir û got ku "Em car din dixwazin ku Hindistan li gor lihevkirina me hereket bike, yekîneyên li herêma sînor ji sînor derbas nebin û ji çalakiyên yekalî yên ku rewşê aloztir dikin dûr bisekinin û bila nekeve provokasyonan."

Hindistan piştî rageşiya li sînor qewimî digel ku jimara mirî û birîndaran eşkere kir aliyê Çînê der barê rewşa navborî da agahî nedabûn.

- Rageşiya ji ber mafên desthilatdariyê di sala 2017an da zêde bibû

Rayedarên Hindistanê eşkere kiribûn ku eskerên Çînê ji sê cihan va ketin herêma Ladakhê, li vir kon û qereqolên eskerî ava kiribûn.

Hatibû gotin digel ku çendî caran hişyarî hat dayîn ku esker "ji herêmê derkevin" eskeran guh nedan hişyariyên devkî.

Li rojhilatê herêma Ladakhê û eyaleta Sîkkîmê piştî ku eskerên herdu welatan hatin pêşberî hev bala xwe dabûn ser herêmê.

Hindistan û Çînê li Demchok, Chumar, Daulat Beg Oldîe, Geliyê Galwanê ya li Ladakhê û dora Gola Pangong Tsoyê hêzên ewlehiyê bi cî kiribûn.

Eskerên Çînê li Geliyê Galwanê biqasî 100 kon vedabûn, jimara botên dewriyeyê yên li dora Gola Pangong Tsoyê jî zêde kiribûn.

Piraniya xeta sînor a biqasî 3 hezar û 500 kîlomêtroyî ya di navbera Çîn û Hindistanê da di navbera herdu welatan da dibe sedema nîqaşên desthilatdariyê.

Birêvebiriya Pekînê li ser axa 90 kîlomêtroqereyî ya li eyaleta Aruçanal Pradeşê ya Hindistanê ya ku wekî "Tîbeta Başûr" bi nav dike heq îdia dike, birêvebiriya Delhiya Nû jî diparêze ku qada 38 hezar kîlomêtroqereyî ya ku platoyên Aksaî Chîn tê da ne ji hêla Çînê va hatiye dagirkirin.

Alî çendî sal in digel hevdîtinên ku dewam dikin nikarin îxtilafên desthilatdariyê çareser bikin, mijara navborî di demên dawîn da di xeta Pekîn-Delhiya Nû da dibe sedema zêdebûna rageşiyê.

Mafên desthilatdariyê yên di navbera herdu welatan da di sala 2017an da zêde bibû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE