Colemêrg guherî

Piştî 86 salan kolan hatin esfaltkirin û derdê avê safî bû

Colemêrg guherî

Bi xêra şaredariya nû, Colemêrg ji nû ve hat avakirin. 86 sal şûnde cede hatin asfaltkirin, kolan bi lembeyên rengîn hatin nûkirin. Problema ava vexwarınê safî bû. Bi van xizmetên mezin Hekkarî bû bajarekî modern.

Colemêrg mîna paytextê çiyayan tê qebulkirin. Çimkî bajar di nav 4 çiyayan de ye. Berê li Colemêrgê xizmet nedihat kirin û bajar mîna gundekî mezin xuya dikir. Lê bi tayînkirina şaredarê nû, bextê Hekkariyê hat guhertin.

Li kûçe û kolanan barîkatên terorî û bi tonan çop hebûn. Şaredariya nû pêşî ew rakirin. Bajêr xeta ku ava pisiya malan tê re derbas dibe, tunebû. Bi destê qayûm cara ewil 135 kîlometre xeta kanalîzasyonê hat çêkirin.

Gelê Hakkariyê bê av bû. Bi hewla Şaredar Cûneyt Epcin, li zozanan 175 kîlometre xeta avê hat kişandin û problema ava vexwarinê,safî bû.

Xebatên binesaziyê xilas bûn. Pişt re şuxlên li ser peyzaj û nava bajêr dest pê kir.

Li cedeyên Colemêrgê 86 sal şûnde cara ewil asfalt hat rijandin. Riyên bajêr û yên gundan bi destê qayûmê û bi alîkariya şaredariya Stanbolê hemû hatin asfaltkirin. Kêfa Colemêrgiyan van xizmetên girîng xweş bû.

Gelo Hekkari piştî şaredariya DBPê çawa hat guhertin. Va ye Colamêrga berê û ya nû…

Rêxistina terorî PKKê dixwest ku bajarê qedîm di tariya reş de bihêle. Lêbelê Şaredariya nû bi xizmetê bajar nû kir. Hemû kolan bi lembayên motîfên laleyan hatin xemilandin. Li deşt û zozanên Colemêrgê êdî hizûr û aramî heye. e.

Dîroka nûkirinê: 05 Mijdar 2018, 17:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE