Çop dibe enerjî

Li Semsûrê salê 70 hezar ton çop dibe enerjî.

Çop dibe enerjî

Li Semsûrê çopên ku zirarê didin erdên çandiniyê û Bendava Atatûrkê, bi qasî salek e dibe enerjî. Di nav salekê de 70 ton çop hat veguhertin. Tesîsa bermayiyan, him enerjiyê hildiberîne him jî çopan tune dike.

Li Semsûrê çopên zêde herî zêde zirarê didin xwezayê. Di ser de ew çop û qirêjî bendava Ataturkê dilewitînin.

Ji bo veguhertina çopan tesîsa bermayiyê hatiye avakirin.

Vê tesîsê di salekê de 70 hezar ton çop kir enerjî. Tesîs di saetekê de 700 kîlowat enerjî hildiberîne.

Piştî ku çopên navçeyan jî werin wê di saetekê de milyonek û nîv kîlowat enerjî hilberîne.

Ev enerjî wê têra 10 hezar xaniyan bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE