Çop dibe enerjî

Li Wanê tesîseke ku ji çopê ceyranê çêdike hat vekirin...

Çop dibe enerjî

Çopa Wanê dê bibe enerjî. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê tesîseke ku ji bermayiyan enerjiyê çêdike vekir. Bi saya vê tesîsê wê him pirsgirêka çopê çareser bibe, him jî wê ji çopê ceyran bê çêkirin.

Li Wanê him ji bo paqijiya bajêr, him jî ji bo temînkirina enerjiyê geveke girîng hat avêtin.

Şaredariya Wanê tesîseke ku ji çopê ceyranê çêdike vekir.

Tesîsa ku 150 milyon lîre lê çû, wê ji vir û şûnde ji bo temînkirina ceyrana bajêr jî bê şixulandin.

Alîkarê Sekretêrê Giştî yê Şaredariya Wanê Salih Allahverdi got: “Ev tesîs ji bilî çêkirina enerjiyê, ji bo paqijiya hewa û hawîrdora wanê jî gelek girîng e.”

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 18:09
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE