Cotkar di roja zeviyan de hatin ba hev

Derbarê hilberîna tovên xwemalî û neteweyî de agahî hat dayîn cotkaran

Cotkar di roja zeviyan de hatin ba hev

Midûriya çandinî û daristanan a Dêrika Mêrdînê ji bo cotkaran çalakiyek li dar xist. Di çalakiya bi navê “roja zeviyan” de derbarê tovên xwemalî û neteweyî de bi cotkaran re agahî hat parvekirin.

Li Dêrika Mêrdînê, Midûriya Çandinî û Daristanan ji bo hilberîna tovên xwemalî û neteweyî dest bi xebatan kiribû.

Ji bo ceribandinê 3 cure tovê genim çandibûn. Midûriyê ji bo rakirina genim bi navê “Roja Zeviyan” çalakiyek li dar xist.

Di çarçoveya çalakiyê de endezyarên zîreatê derbarê hilberîna tovên neteweyî de agahî dan cotkaran.

Di Roja Zeviyan de him tovên xwemalî hatin rakirin, him jî cotkarên herêmê hatin agahdarkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE