Li Gevaşa navçeya Vanê Necmettîn Yavuzê cotkariyê dike zeviya xwe bi motora li serê pergala GPSê ku cih eşkere dike û ji dûr va kontrolkirina wê mimkun e, zeviya xwe ajot.
Bi qasî donimek erdê Yavuz li Taxa Atalanê ye û ew jî silq, zebeş û fasûlî tê da datîne û zeviya xwe jî bi motora bêşofêr va diajo û karê xwe wisa dibe serî.
Yavuz daxuyanî da û got ku wî bi motora xwe ya bêşofêr a bi GPS va zeviya ajot û wiha domand: "Ez zeviyên xwe bi rê û rêbazên nûjen va diajom. 10 sal e ez cotkariyê dikim. Niha min bi qasî 300 donim erd ajotiye û em tê da silqan datînin. Ez bi motora bêşofêr a ku me li Edeneyê ji saziyekê kirî va gubre û derman direşînim û bêderê dikim."AA