Cotkar wê qasî 1,6 milyar lire alîkariya çandiniyê hildin

Cotkar wê qasî 1,6 milyar lire alîkariya çandiniyê hildin

Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî ragihand ji ber alîkariya çandiniyê wê milyarek û 572 milyon û 500 hezar lireyî bidin hilberîneran.

Pakdemirlî di daxuyaniya xwe ya nivîskî da destnîşan kir ji ber alîkariya çandiniyê li 35 bajarî ji bona findiqan 849 milyon lireyî bidin 408 hezar û 373 kesî, li Çanakkale û Kilîsê ji bona mazot û gubreyê 48 milyon lireyî bidin 27 hezar û 213 kesî, li 74 bajarî ji bona dezgehên malbatên biçûk ku di bin 5 dekarî da ne 12 milyon lireyî bidin 36 hezar û 728 kesî, li 24 bajarî ji bona garis 89 milyon lireyî bidin 26 hezar û 338 kesî û li 21 bajarî ji bona dexl û den 115 milyon lireyî bidin 43 hezar û 842 kesî.

Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî destnîşan kir ji ber alîkariya çandiniyê wê tevahî milyarek û 572 milyon û 500 hezar lireyî bidin cotkar û hilberîneran.

Dîroka nûkirinê: 20 Adar 2020, 18:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE