Cotkariya bi pisporî: Li Vanê navenda perwerdeyê hat avakirin

"Li vir him mamosteyên me wê xebatên akademîk bikin û him jî cotkarên me yên li herêmê wê hînî sepanên nû bibin."

Cotkariya bi pisporî: Li Vanê navenda perwerdeyê hat avakirin

Li Wanê ji bo ku heywandarî pêşva here, di nav şert û mercên nûjen da bê kirin Navenda Lêkolîn û Sepanê ya Heywandariyê hat avakirin.

Ji bo ku deşt û zozanên Wanê heywandarî dîsa wek berê geş bibe xebat dewam dikin.

Cotkarên ku bi Projeya "Ji Bo ku Ez Li Gundê Xwe Bijîm Gelek Sedemên Min Hene" piştgiriya wan tên kirin ji bo ku heywandariyê bi awayekî nûjen bikin tên perwerdekirin.

Wezareta Darayî û Xezîneyê, Wezareta Çandiniyê û Daristanan, Walîtî û Bankaya Ziraetê jî piştgiriyê didin vê projeyê.

Di vê çarçoveyê da Navenda Lêkolîn û Sepanê ya Heywandariyê di bin banê Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) ya Wanê da hat avakirin ku cotkarên li Wan, Hekarî, Bidlîs, Mûş û Agiriyê ji hêla mijarên nebat, goşt û şîr va bên perwerdekirin.

"Li herêmê heywandarî wê bi pirsporî û zanistî bê kirin"

Rektorê YYyê Prof. Dr. Hamdullah Şevlî daxuyand heywandarî ji bo aboriya welêt pir girîng e, ji bo ew pêşva here xebat tên kirin û wiha axivî: "Me Navenda Lêkolîn û Sepanê ya Heywandariyê ava kir. Di bin banê navendê da çêwlikên me yên heywanan yên pez û dewaran wê çêbibin. Li vir him mamosteyên me wê xebatên akademîk bikin û him jî cotkarên me yên li herêmê wê hînî sepanên nû bibin. Akademîsyenên me, xwendekarên me yên doktora û lîsansê ji bo dersên klînîkê wê li wan deran bixebitin. Fakulteya Veterînerê ya YYUyê ya Wanê li Tirkiyeyê 6emîn fakulteya veterîneriyê ye ku ewil hatiye avakirin. Em dixwazin fakulteya me ya veterîneriyê bêtir xurt bibe û bigihêje asta standardên Ewwropayê. Navenda me wê ji cotkaran ra bibe modelek. Bi van xizmetan va li herêmê heywandarî wê bi pisporî û zanistî bê kirin."

"Li herêma me wê xebatên baş derkevin holê"

Midûrê Navendê Prof. Dr. Cumalî Ozkan da jî daxuyand Wan ji hêla heywandariyê va li herêmê bajarekî pir girîng e.

Ozkan anî ziman ew li navendê perwerdeyê didin û wiha dewam kir: "Ji bilî vê em cotkarên ku ji Wan, Hekarî, Agirî û Mûşê tên û li navendê perwerde dibin ra bi zanistî xebatan didin kirin. Bi hevkariya zanîngehê heywandarî wê li herêma me geş bibe û xebatên baş wê derkevin holê. "AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE