Cotkarên Çukurcayî dê bi 'Zapê" bên nasîn

Berhemên ku li Çukurcayê li eraziyên ku bi ava berfê têr av dibin û berê qet derman nehatiye bikaranîn da tên hilberîn bi marqeya "Zap"ê tên firotin.

Cotkarên Çukurcayî dê bi 'Zapê" bên nasîn

Berhemên wekî birinc, genimî baçîk, kuncî, fasûliyên maşê, mewîş, hêjîr, tû û helîla ku ji meyweyên cuda tên çêkirin û li Çukurcayê bi temamî bi rêbazên organîk tên çandin di çarçoveya "Projeya Geliyê Zapê" ya ku qaymeqamtî û şaredarî piştgiriyê didê da bûn marqe.

Berhemên ku li Çukurcayê li eraziyên ku bi ava berfê têr av dibin û berê qet derman nehatiye bikaranîn da tên hilberîn bi marqeya "Zap"ê tên firotin.

"Berhemên me êdî li hemû Tirkiyeyê tên firotin"

Qaymeqam Temel Ayca daxuyanî da û got ku bi saya projeyê dahata cotkaran zêde bû û ev yek jî wî kêfxweş dike. 

Ayca qal kir ji roja ku li navçeyê dest bi peywirê kir di warê çandiniyê da proje çêkirin û wiha axivî: "Li navçeyê gelek berhemên wekî tehîn, birinc, tirî, hêjîrê yên ku bi rêbazên organîk tên hilberîn hene. Me xwest ku em van bikin marqe û pêşkêşî bazarê bikin. Me piştgiriya profesyonel hilda û pêvajoya marqebûnê da destpêkirin. Hemû miameleyên qanûnî yên marqebûnê hatin temamkirin. Berhemên me bi marqeya 'Zap"ê li her derê Tirkiyeyê tên firotin. Ji bo vê malperek tê avakirin. Ji ser hesabên medyaya civakî jî berhem tên firotin."

Ayca qal kir ku di demek kurt da ji bo berheman eleqeyeke mezin çêbû lewra biryar dan ku projeyê pêş bixin û ev gotin: 

"Em di projeyê da "modêla çandiniya bipeyman" tetbîq dikin. Em xerantiyê didin cotkaran ku dê berhemên wan bên kirîn. Ev jî derfet dide ku cotkarên me hêsantir hilberînê bikin. Bi taybetî divê tehîn ji kunciyê herêmî bê çêkirin û kunciyê herêmî zêde bibe. Em plan dikin ku bi vê sepanê hilberîna kunciyê 4-5 qat zêde bikin. Lewra berhema me ya sereke tehîn e. "

Cotkar Musa Berrak jî got ku li navçeyê gelek mirov debara xwe ji çandiniyê dikin. 

Berrak destnîşan kir ku di berheman da madeyên kimyewî bi kar naynin û got ku "Ji ber vê tahm û çêja berheman cuda ye. Qaymeqamê me girîngiyê dide çandiniyê. Berhemên me kire marqe."AA

Dîroka nûkirinê: 09 Gulan 2019, 17:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE