Cotkarên Kilîsî dixwazin bikevin piyaseya Sûriyeyê

Cotkarên li Kilîsê dixwazin bacanên sor xêncî Tirkiyeyê li herêmên bi Herekata Mertalê Feratê û Operasyona Çiqlê Zeytûnê ji terorê hatin paqjkirin jî bifroşin

Cotkarên Kilîsî dixwazin bikevin piyaseya Sûriyeyê

 Cotkarên li Kilîsê dixwazin bacanên sor xêncî Tirkiyeyê li herêmên bi Herekata Mertalê Feratê û Operasyona Çiqlê Zeytûnê ji terorê hatin paqjkirin jî bifroşin.

Kilîsa salên berê ji ber êrîşên DEAŞ û PKKya rêxistinên terorê yên li aliyê Sûriyeyê gelekî tengasî kişand piştî herekatên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê gihîşt ewlehî û hizûrê.

Cotkarên ji Kilîsê li erdên xwe yên bi ber û bereket bacanên sor reşandin û difroşin bajarên wekî Meletiye, Diyarbekir, Şirnex, Gazîentab, Şanliurfa, Elezîz, Qehremanmaraş, Adiyemanê û bajarên li çar aliyên Tirkiyeyê.

Guven Ozdemirê Serokê Odeya Endezyarên Ziraetê ya Kilîsê daxuyanî da û diyar kir ku li bajêr li ser 10 hezar dolim erdî bacanên sor reşandin û wiha pê da çû: 

"Çavkaniya aboriya herêmê ya sereke bacanên sor in. Ji ber êrîşên bibombe yên li bajêr û operayonên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê bajar gelekî mexdûr bû. Ji bo çareserkirina vê mexdûriyetê em ji rayedaran alîkariyê dixwazin ku bacanên sor û sebzeyên xwe yên din li herêmên ji terorê hatin paqijkirin ên li Sûriyeyê bifroşin."

Ozdemir bal kişand ku cotkar sebzeyên xwe rasterast difroşin navbeynkaran û li zeviyê kîloya bacanên sor bi 80 qurişî difroşin, bacanên sor hetanî diçin ber destê xerîdaran ji 2 lireyî derbas dibe.

Halîl Çagliyê cotkar jî got ku serê dolimê 13 ton bacanên sor kom kirin lêbelê dîsa jî pere qezenc nekir. Çagli bal kişand ku gelê herêmê bi cotkarî û heywandariyê debara xwe dike, dibê rayedar rêyekê bibînin da ku cotkar sebzeyên xwe rasterast bifroşin xerîdaran.

Dîroka nûkirinê: 08 Tebax 2019, 17:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE