Ertan B.yê ji ber bûyera Sedanur Guzela 9 salî ku li Qaqizmana navçeya Qersê wenda bû hatibû binçavkirin li mehkemeyê hat girtin.
Ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Qersê îfadeya Ertan B.yê cîranê malbata Sedanur Guzela 9 salî ku li Qaqizmana navçeya Qersê roja yekşemê wenda bû, hildan.
Li gor agahiyan piştî ku li Fermandariya Qereqola Cendirmeyan ya Pasliyê îfade da Ertan B. sewqî Edliyeya Qaqizmanê kirin.
Ertan B.yê bi daxwaza bê girtin sewqî mehkemeya nobedar kirin ji ber "sextekariya di ewraqên fermî da" û îfadeyên nakok hat girtin û şandin Hepsa Qersê.
- Bûyer
Li Qaqizmana navçeya Qersê roja yekşemê Sedanur Guzela 9 salî wenda bûbû.
AA