Çîroka Dozgerê Şehîd Mehmet Selim Kiraz

Him dixwend him jî dixebitî û hewl da bû têkoşerê edaletê...

Çîroka Dozgerê Şehîd Mehmet Selim Kiraz

Mehmet Selîm Kîraz li bajarê Siirtê hat dinyayê. Ji çiraxtiya terzîtiyê dest bi jiyanê kir. Di nav feqîriyê de xwend û ji bo têkoşîna edaletê bimeşîne bû dozger. Lê terorîstên DHKP-C’ê li ser wezîfeyê ew rehîn girtin û şehîd kirin. Li ser kuştina dozgerê bavê 2 zarokan re 6 sal derbas bûn lê ew nehat jibîrkirin.

Dozgerê Komarê Mehmet Selîm Kîraz di sala 1969an de li gundê Kayabogaza Siirtê hatibû dinyayê.

Bavê wî Hakki û dayika wî Saadet Kîraz di nav xizaniyê de bûn. Ji ber vê yêkê dema Selîm 2 salî bû malbata Kîraz koçê Mêrsînê kir.

Mehmet Selîm Kîraz bi xîret bû, di zarokatiya xwe de dest bi kar kir. Ji xeynê dibistanê çiraxtiya terzîtiyê dikir.

Selîm Kîraz zarokekî zîrek bû, Lîseya Îmam Hatîpê ya Mêrsînê û Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê xilas kir.

Selîm Kîraz di zarokatiya xwe de hurmet nîşanî dê û bavê xwe dida û ji 5 xuşkên xwe pir hez dikir.

Saadet Kiraza dayika M.Selim Kiraz got, “Ji bo bi rehetî zanîngehê bixwîne me jê re pere dişand. Pere ji bo şexsê xwe xerç nedikir. Ji min re pardîso, ji xuşkên xwe re şelpe û lîbas dikirîn. Ji dayîna dîyariyan pir hez dikir”.

Mehmet Selîm Kîraz piştî zanîngehê li Erzînganê dest bi dozgeriyê kir û bi dorê: li navçeya Çayirê, Karaman, Îdir û Osmaniyeyê têkoşîna edaletê da.

Mehmet Selîm Kîraz di daxuyaniyeke de gotibû, “Her çiqas armanca me ew e ku em mehkûman ji civakê dûr nexin û wan qezenc bikin jî divê dema em biryarê didin malbatan jî ceza nekin. Ji bo malbatên ku tên ziyareta girtîyan bikaribin îbadetên xwe bikin divê em pêdiviyên wan ên olî çareser bikin”.

Kîraz di sala 2014’an de li Buroya Sûcên Karmendan a Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê hat wezifedarkirin.

Dozger Mehmet Selîm Kîraz li dosyaya jêpirsîna derheqê mirina Berkîn Elvan ê ku di bûyerên Parka Geziyê de miribû dinêrî.

Serdozgerê berê yê İstanbulê Mehmet Selîm Kîraz got, “Hediseya kuştina Berkîn Elvan dosyaya herî girîng bû. Dozgerê ku li wê dosyayê dinêrî tayîn bû. Dozger Mehmet Selîm Kîraz mirovekî jêhatî bû loma me jî ew wezifedar kir”.

Hakkı Kirazê bavê M.Selim Kiraz jî wiha axivî: “Min çend caran jê re got, eger di vê dosyayê de pirsgirêk hebe ji dewletê muhafiz bixwaze. Got: bavo destnimêja me çeka me ye. Xwedê parêzvanê herî mezin e. Ez heta Ayetel Kûrsî nexwînim ez ji mal dernakevim. Di qedera min de çi hebe wê ew bibe”.

Wî hewl dida ku lîstika qirêj a di kuştina Berkîn Elvan de li gor edaletê ronî bike. Lê belê hêzên tarî ketin dewrê.

Terorîstên DHKP-C’ê Şafak Yayla û Bahtiyar Doğruyol di 31ê Adara 2015an de bi şiklê parêzeran tevî çekên xwe ketin Qesra Edaleta Çağlayanê.

Terorîst derbasî odeya Mehmet Selîm Kîraz bûn û ew bi darê zorê rehîn girtin.

Ji xebatên qanîkirinê encam derneket û terorîstan piştî 8 saetan li gor fermana ku ji Yewnanistanê hat dozger şehîd kirin.

Dozger Mehmet Selîm Kîraz 46 salî, bavê 2 zarokan bû. Di ser şehadeta wî re 6 sal derbas bûn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE