Li navenda ÇATOM'a midyada mêrdînê nêzî 30 jin xurekên herêmî çêdikin. Li gorî sîparîşên malbatan van xurekan çêdikin û difroşin. Ligel xurek; tirşîn, şêranî, dims, penêr jî difroşin.
Li Midyada Mêrdînê, li Navenda Civakî ya Pirarmancî ÇATOM'ê jin xurek çêdikin û difroşin.
Li vê navendê 30 jin cur bi cur xurekên herêmî çêdikin.
Ligel xurek tirşîn, şêranî, dims, penêr û her wekî din jî difroşin.
Xurek li vir bi sîparîşan tên çêkirin.
Malbatên ku jin û mêr dixebitin, yên ku mêvanan diezimînin car caran sîparîşên xurek didin wan.
Bi vî karî him mijûl dibin him jî pere qezenc dikin.