Cureyên henaran ên Başûrê Rojhilat tên parastin

"Him ji bo bankaya gen a tovên wan bê avakirin û him jî seba cureya baş a li gor ekolojiya herêmê bê tespîtkirin da ku cotkarên me û welatê me jê feydeyê bibînin em van xebatan dikin."

Cureyên henaran ên Başûrê Rojhilat tên parastin

Li Şanliurfayê Midûriya Enstîtya Lêkolînên Çandiniyê ya GAPê (GAPTAEM) henarên cur bi cur ên li herêmê diparêzin û li ser wan ceribandin û xebatan dikin.

Endezyarên GAPTAEMê ji bo nebat, dar û fêkiyên herêmê ji holê ranebin û baştir bigihêjin li ser wan lêkolînan dikin ku yek ji wan jî henar in.

Di çarçoveya van xebatan da endezyaran projeyek a bi navê "Li Herêma GAPê Adaptasyona Hin Cureyên Nû yên Henaran û Hilberîna Genotîpên Henaran ên Herêmî" dan destpêkirin.

Jê gelek ji Şanliurfayê ji Gazîentab, Sêrt û Kilîsê 23 cure henar hatin berhevkirin û li îstgeha lêkolînê ya Gundaş û Talat Demîrorenê hatin danîn ku ew li vir bigihêjin.

Niha li ser wan lêkolîn tên kirin ku kîjan wê baş fêkiyan bide.

- Xebatên me dewam dikin"

Midûrê GAPTAEMê Zeynî Aktaş ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ji ber pîşesazî, bajarvanî, şert û mercên xwezayê hin nebat êdî hindik mane hêşîn nebin û ji holê rabin.

Aktaş got ji ber vê wan 23 cure henar berhev kirine û wiha dewam kir: "Di bankaya gen a tovê, bankaya gen a zeviyê û bankaya gen a daristanê da ew hatin parastin. Him ji bo bankaya gen a tovên wan bê avakirin û him jî seba cureya baş a li gor ekolojiya herêmê bê tespîtkirin da ku cotkarên me û welatê me jê feydeyê bibînin em van xebatan dikin." 

- "Ji bo baştir bên îxrackirin em li ser cureyên nû dixebitin"

Serokê projeyê Endezyarê Ziraetê Dr. Gokhan Akkuş jî gor wan tescîla 4 cure henaran temam kiriye û ji bo cureyên din jî xebatên wan dewam dikin.

Akkuş anî ziman bi rêya durehîkirinê va ew hewl didin cureyên nû bi dest bixin û wiha dewam kir: "Hebên henarê Karakopruyê ya ku hat tescîlkirin mezin e. Emê bi henareke tehma wê şerîn û meyxoş e va durehî bikin ku cureyeke nû ya ku tehma wê şêrîn û hinekî jî biçûk bi dest bixin. Welatên Ewropayê henarên biçûk ên 180-200 qramî, welatên Ereban jî henarên şêrîn dixwazin. Emê jî hewl bidin ku van herdu taybetmendiyan bi hev ra di henarekê da bi dest bixin ku baştir bên îxrackirin."

Akkuş got ew henaran berhev dikin lê saleke din dema diçin wê derê dibînin ku avahî li ser wan eraziyan hatine çêkirin û ji bo ku tovê van henaran winda nebe û bên parastin ku bigihêjin nifşên nû ewê xebatên xwe bidomînin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE