"Êdî bes e zilma ku PKK li Kurdan dike"

Dayik Songul Altintaş: "PKKyê êşên mezin bi me da kişandin. Dilê me şewitandin, kezeba me jê kirin. Bi îzna Xwedê dê dewleta me zarokên me xilas bike. Êdî bes e zilma ku PKK li Kurdan dike"

"Êdî bes e zilma ku PKK li Kurdan dike"

Nobeta ku dayikên Diyarbekirê ji bo ku bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li ber derê avahiya bajêr a HDPyê dan destpêkirin didome.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên ji revandina zarokên xwe HDPyê berpirsyar dibînin di 3yê îlonê da da dest pê kir kete roja 72yan.

Ji dayikan Songul Altintaşa ku bi weneyên zarokên xwe ra bendemayîna xwe didomînin got ku bi hêviya ku bigihêje kurê xwe Muslumê ku 5 sal berê revandin çiyê çalakiya rûniştinê dike.

- "Êdî bes e zilma ku PKK li Kurdan dike"

Altintaşê got ku "Me çiqas hewl da jî PKKyiyan kurê min bernedan. Ji Xwedê û Pêxember bitirsin, ma hêza we têra belengazên wekî me dike? Ez bangî PKKyê dikim, 'êdî bes e'. Ez bi kîjan zimanî qise bikim êdî nizanim. Bila kurê min berdin, qudûmê me nema."

Altintaşê ev gotin: "Ciwanan derdixînin serê çiyê, we koka Kurdan qeland. Zarokên 10 salî, keç û namûsa Kurdan direvînin. Hûn kî dixapînin? PKKyê êşên mezin bi me da kişandin. Dilê me şewitandin, kezeba me jê kirin. Bi îzna Xwedê dê dewleta me zarokên me xilas bike. Êdî bes e zilma ku PKK li Kurdan dike."

Altintaşê destnîşan kir ku dê dev ji çalakiya xwe nekin û wiha axivî: "Me li vir mirin jî da ber çavan. Dema ewladê min wir êşê dikşîne ez jixwe kêfxweş nabim, êşê dikşînim, kezeba min dişewite. Ez ê biçim malê çi bikim? Heta em ewladên xwe hilnedin em ji vir naçin."

- "72 sal be jî em ê li vir bin"

Dayik Hatîce Leventê jî diyar kir ku ji bo keça xwe Fadîmeyê tevî çalakiyê bû û da zanîn ku her sibeh bi hêviya xebereke xweş şiyar dibe.

Leventê got ku "72 sal jî be em ê li vir bin. Em heta zarokên xwe nebin ji vir naçin. Bila ev neleta dibêjinê teror bikeve bin erdê."

Leventê axaftina xwe wiha domand: "Fadîme tu bi serê xwe bikî, heke tu min dibînî, dengê min dibihîzî were vegere ba min. Keça min me zehf bêriya te kiriye. Min û xwîşk û birayên te gelekî beriya te kirine. Van bêwijdanan keça min çawa bir? Ez di nav çar dîwaran da ev 5 sal e heliyam."

Leventê bertek nîşanê terorê da û ji dayikan xwest ku piştgiriyê bidinê.

Leventê got ku "Werin em hemû bi hev ra li vir dengê xwe bilind bikin. Netirsin, tu feydeya tirsê ji tu tiştî ra tune. Werine vir bila dinya dengê me bibîhîze."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE