“dê bi biryardarî dewam bike”

Fahrettin Altun: Ji hemû FETÖ’ciyan dê teqez hisab were pirsîn

“dê bi biryardarî dewam bike”

Serokê Ragihandinê Yê Serokkomariyê Fahrettin Altun diyar kir ku endamên rêxistina terorî hewl didin dozên fetö’yê bê îtibar bikin. altun got, “ev, hewlên beredayî ne û dê têkoşîna li dijî rêxistina terorî bi biryardarî dewam bike.”

Fahrettin Altun li ser hisabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da.

Altun diyar kir ku rêxistina terorî Feto li nav welêt û derwelêt hewl dide dozên 15ê Tîrmehê bê îtîbar bike lê ev yek bi kêrî tu tiştî nayê.

Altun got, “Heya ji hemû FETÖciyan hisab were pirsîn dê têkoşîna me bi awayekî biryardar dewam bike.”

Fahrettin Altun vîdeoyên cihên ku şeva 15ê Tîrmehê hatin bombekirin û qeydên axaftinên derbekaran jî parve kirin.

Dîroka nûkirinê: 05 Çile 2019, 17:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE