Êdî laşê nexweşan wê nebe birîn

Ji bo nexweşên ku li nexweşxaneyan demeke zêde dimînin nivînan çêdike

Êdî laşê nexweşan wê nebe birîn

Mehmet Sait Aktan berê li nexweşxaneyê wek hemşîr dixebitî. Lê niha ji bo nexweşên ketî û yên demên dirêj li nexweşxaneyan radizên nivînan çêdike. bi saya vê xebatê êdî wê laşê nexweşan nebe birîn.

Laşê nexweşên ketî û yên li nexweşxaneyan zêde radizên piştî qederekî dibin birîn.

Heman tişt hat serê bavê Mehmet Sait Aktanê ku berê li Wanê hemşîr bû jî.

Saît aktan got divê em ji vê re çareyekê bibîbnin û dest bi kar kir.

Hemşîr Aktan ji bo laşê wan nebin birîn nivînên ku liv û tevgera nexweşan zêde dikin amade kir.

Aktan bi piştgiriya Zanîngehê û KOSGEBê şîrketek vekir û patenta 18 berheman girt.

Midûrê Giştî yê TEKNOKENTa Zanîngeha Yüzüncü Yilê Necat Görentaş: Nexweşên ku bi salan li nexweşxane û malê radizên hene û ev yek piştî qederekî dibe pirsgirêkeke mezin. Mehmet saît Aktan ji bo nexweş karibin car caran pozîsyonên xwe biguherînin ji wan re mînderên biçûk çêkirin. Ev yek him ji bo nexweşan him jî ji bo malbatên wan tiştekî gelek baş e. Em jî çi ji destê me tê dikin û piştgiriyê didin projeyên bi vî rengî.

Bi saya vê xebatê laşê nexweşan wê êdî nebe birîn.

Dîroka nûkirinê: 06 Kanûn 2018, 17:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE