Dê li ser tevdîrên nû biaxivin

Civîna Lijneya Vîrûsa Koronayê di saet 13:30an de dest pê kir

Dê li ser tevdîrên nû biaxivin

Gelo dersên ji dûr ve wê dewam bikin? Mekteb wê kengî vebin? Lijneya zanistê ya vîrûsa koronayê îro civiya. Piştî civînê bersiva van pirsan jî wê eşkere bibe.

Civîna Lijneya Zanistê ya Vîrusê, li Wezareta Tenduristiyê, di saet yek û nîvê de dest pê kir.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca û Wezîrê Perwerdê Ziya Selçuk jî di civînê de ne.

Di civînê de, tevdîrên li dijî koronayê wê bên xeberdan.

Gelo, perwerdeya li ser ji dûr ve wê dewam bike an na? Li ser vê jî wê bê axaftin.

Serok Erdoğan, bi Wezîrê Perwerdê Ziya Selçuk re axivî û got “di vê meselê de, pêşniyazên lijneya zanistê gelek muhîm in.”

Herdu wezîr wê di saet 7 û 15ên êvarê de, derbarê qerarên civînê de daxuyaniyê bidin.

Dîroka nûkirinê: 26 Adar 2020, 13:09
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE