Dadgeha Bilind di doza şehîdkirina Safîturk da cezayê Mesutoglu qebûl kir

Daîreya Cezayê ya 16emîn ya Dadgeha Bilind di doza şehîdkirina Muhammet Fatîh Safîturkê Qaymeqamê Dêrika Mêrdînê da cezayê muebeta 2 caran girankirî û 28 sal cezayê hepsê ku dabûn bersûc Şerîf Mesutoglu qebûl kir.

Daîreya Cezayê ya 16emîn ya Dadgeha Bilind di doza şehîdkirina Qaymeqamê Dêrikê Safîturk da pêvajoya temyîzê ya 7 bersûcan temam kir.

Dadgeha Bilind cezayê muebeta 2 caran girankirî û 28 sal cezayê hepsê ku ji ber sûcên "Xerakirina yekîtiya dewletê", "Bi qestî kuştina wezîfedarê kamuyê" û "Peydakirina madeyên teqemeniyê" dabûn Şerîf Mesutoglu qebûl kir.

Dadgehê 5 sal cezayê hepsê ku ji ber sûcê "Mixalefeta dijî çek, kêr û amûrên din" dabûn Fikret Deniz qebûl kir.

Daîreya Cezayê ya 16emîn ya Dadgeha Bilind der barê Abdulkadîr Deniz, Ahmet Deniz, Fikret Deniz, Huseyîn Îzcî, Mehmet Alî Yazil û Saîme Ateş Mesutoglu da jî biryar da ku ji ber sûcê "Bi qestî û bi bombeyê kuştina wezîfedarê kamuyê" bên beraetkirin.

Di biryara Daîreya Cezayê ya 16emîn ya Dadgeha Bilind da hat diyarkirin bûyera şehîdkirina Qaymeqamê Dêrikê Safîturk li gor armancên PKKyê hatiye kirin ku yekîtiya dewletê xera bikin û qismeke axa dewletê ji desthilatdariya dewletê derxin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE