Dadgeha Bilind operasyona li Sûriyeyê ji aliyê hiqûqê ve nirxand

16emîn Daîreya Cizayê ya Dadgeha bilind operasyona li Sûriyê ji aliyê hiqûqê ve nirxand.

Dadgeha Bilind operasyona li Sûriyeyê ji aliyê hiqûqê ve nirxand

16emîn Daîreya Cizayê ya Dadgeha bilind operasyona li Sûriyê ji aliyê hiqûqê ve nirxand. Terorîstê ku li bakurê sûriyê hatibû girtin, niha li Tirkiyê tê darizandin. dadgeha bilind di dosyeya temyîzê ya terorîst de, derbarê operasyona dersînor de, ji bo pirsên gelek girîng bersivên hiqûqî dan. mehkemeyê wiha got: Tirkiye li gorî “mafê xweparastinê “ li dijî ypg/pyd’ê operasyonê li dar dixe.

“Tirkiye sînorên xwe, welatîyên xwe û hebûna xwe diparêze.”

“Tirkiye li gorî hiqûqa navneteweyî, di operasyonên li Bakurê Sûriyê de li gorî mafê xweparastinê tevdigere.”

16emîn Daîreya Cizayê ya Dadgeha Bilind di qerara xwe de wisa got.

Terorîstê YPGyî ku li Bakurê Sûriyê hatibû girtin, li Tirkiyê tê darizandin. Ji bo cizayê terorîst, dosyeya temyîzê hat ber destê Dadgeha Bilind.

Dadgehê di qerara bisedem de, operasyona li dersînor ji aliyê hiqûqê ve nirxand.

Bi bersivên 10 pirsan, operasyonên dersînor hatin vegotin.

GELO PYD/YPG BASKÊ PKK’Ê YE?

“Rêxistin dixwaze li bakurê sûriyê, li cihên ku ketin destê wê kantonan çêke û wan bike yek. Ji xeynî vê jî dixwaze herêma xweser ya kurdan ava bike. Ev fikir ji bo yekîtiya tirkiye û sûriyeyê talûke ye. Milîtanên pyd/ypg’ê êrîşî tirkiyeyê dikin. Ev yek aşkere dike ku pyd/ypg şaxa pkk’ê ya sûriyê ye.”

Di qerara bisedem de hat gotin li hemberî êrîşên YPG/PYDê Tirkiye jî li gorî “mafê xweparastinê” yê hiqûqa navneteweyî tevdigere.

GELO RÊXISTINA TERORÎ ÊRÎŞÎ TIRKIYEYÊ KIR?

“Ji xeynî pkk’ê, baskê wê pyd/ypg’ê jî êrîşî tirkiyeyê kir. Ji ber êrîşên çekdar ên pyd/ypg’ê, tirkiye jî li gorî mafê xweparastinê tevgeriya.”

Dîroka nûkirinê: 11 Cotmeh 2019, 17:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE