"Dagêra me ya ku wê 50 rojan dewam bike dest pê kir"

Koçer pezên xwe ji ciyên ku çêre û av lê heye derbas dikin û bi rê da bîhna xwe didin.

"Dagêra me ya ku wê 50 rojan dewam bike dest pê kir"

Koçerên ji bona pezên xwe biçêrînin qederê 5 mehan li zozanên Bîngolê man dest bi dagêra xwe ya dûr û dirêj kirin.

Koçerên ji Sêwrega navçeya Rihayê meha Gulanê hatin zozanên li Karliovaya navçeya Bîngolê ji ber ku êdî serma çêbû dîsa dest bi dagêrê kirin.

Dagêra koçeran wê bi şev û roj bidome.

Koçer pezên xwe ji ciyên ku çêre û av lê heye derbas dikin û bi rê da bîhna xwe didin.

Ji bona heywanên dirinde bi nav keriyên wan nekevin jî her gav baldar in.

Koçer di dagêrê da li ciyê disekinin li ser agirê êzingan ji xwe ra çay çêdikin, xwarina xwe hazir dikin û kilam û sitranan dibêjin.

Dagêra koçerên ji Sêwregê wê qederê 50 roj ber xwe bide.

"Em hezar pezî diajon û dibin"

Ji koçeran Kasim Kahramanê destnîşan kir ku biharê ji Rihayê tên Bîngolê û pezên xwe diçêrînin.

Kasim Kahraman diyar kir tevî malbata xwe derdikevin zozanên ku qederê 2 hezar mêtro bilind in û wiha axivî, "Dagêra me ya ku wê 50 rojan dewam bike dest pê kir. Em hezar pezî diajon û dibin. 2 şivan, 2 ker û 2 kûçikên me hene. Me malbat bi wesaîtan şand. Êvarê serma heye û gur û hirç hene. Em bi şev bi rê dikevin û heya ku derê herin li wir bîhna xwe didin. Bi rê da em çaya xwe vedixwin û xwarina xwe dixwin. Pezê xwe li ku derê av hebe di wê derê da dibin. Heger av dûr be em 10 kîlomêtro dimeşin."

Salih Kahraman jî diyar kir heyata xwe bi koçeriyê derbas dikin û got ku rêwîtî zehf dijwar e.

Huseyîn Kahraman jî destnîşan kir ji zarokatiya xwe da heywanan xwedî dike û wiha got, "Ez bizin û mêşinan didoşim. Barê keran li wan bar dikim. Xwarinê çêdikim. Karên wiha para min dikevin. Baran û serma çêdibe. Em gelek zehmetiyê dibînin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE