Li Meletiyê heyama nû ya îxrackirina qeysiyên hişkirî dest pê kir û di meha tebaxê da 8 hezar û 839 ton firotin hat kirin û 32 milyon dolar dahat jê hat.
Serokê Borseya Bazirganiya Meletiyê Ramazan Ozcan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di heyama nû ya îxrackirina qeysiyên hişkirî da bazirganiyê baş dest pê kir.
Ozcan ragihand ku li gor daneyên îsal hatin bidestxistin hêvîdarî zêde ye û wiha domand: "Beriya heyamê me wisa texmîn kir ku li dervayî welêt bazareke cidî û mezin heye û bi dahata ji îxracatê va wê dahata bê jî zêdetir bibe. Bi destpêka heyamê texmînên me rast derketin. Di vê heyamê da 8 hezar û 839 ton qeysiyên hişkirî hatin îxrackirin di heman meha heyama par da 6 hezar û 300 ton îxrac kiribû. Li hemberî 8 hezar û 839 ton qeysiyên hişkirî jî 32 milyon dolar me qezenc kir."
- Meletî di îxrackirina qeysiyê hişkirî da xwedî roleke girîng e
Ozcan got ku di tebaxa sala par da ji îxrackirina qeysiyên hişkirî 19 milyon dolar dahat qezenc kirin û wiha pê da çû: "Dema li îxrackirina tiştên ji bajêr tên kirin tê mêzekirin xuya dike ku ji sedî 75ê îxracata bajêr qeysiyên hişkirî ne. Ev yek jî ji bo welêt û Meletiyê tiştekî gelekî baş e."
AA