Hesabê kar û barên carî yên Tirkiyeyê di nîsanê da milyarek û 712 milyon dolar kêm derket, kêmasiya carî ya 12 mehan bû 32 milyar û 737 milyon dolar.
Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê (TCMB) daneyên hevsengiya kirîn û firotinê ya heyama nîsana 2021ê eşkere kirin.
Li gor daneyan kêmasiya hesabê carî di nîsanê da li gor heman meha par 3 milyar û 584 milyon dolar kêm bû û bû milyarek û 712 milyon dolar. Di encama vê da kêmasiya carî ya 12 mehan bû 32 milyar û 737 milyon dolar.AA