Rapora nû ya medyaya civakî hat eşkerekirin. li gor raporê nêzî 69 milyon kes medyaya civakî bi kar tînin. Prof. Dr. Zaki̇r Avşar daneyên medyaya civakî ji bo TRT Kurdiyê nirxandin
Şirketa We Are Socialê, reqemên nû yên li ser bikaranina medyaya civakî eşkere kirin.
Li gor raporê li dinyayê 7.91 milyar insan hene û ji vanan 4.61 milyar kes medyaya civakî aktif bi kar tînin.
Li gor raporê li dinyayê medyaya civakî herî zêde li herema Ewropaya Bakur, herî kêm jî li Efrîqaya Navîn tê bikaranîn.
Li gor raporê derbarê bikaranîna medyaya civakî ya Türkiyeyê de ji daneyên balkêş derketin holê.
Li gor raporê li Türkiyeyê 68.90 milyon insan medyaya civakî aktîf bi kar tînin û herî zêde medyaya civakî bi armanca ragihandinê tê bikaranîn.
Prof. Dr. Zakir Avşar anî ziman ku pandemiyê jî bikaranîna medyaya civakî zêde kir.
Avşar: Pandemiyê li hemû dinyayê bikaranîna medyaya civakî guherand. Di pandemiyê de perwerde di seri de gelek tişt li ser înternetê hatin kirin. Wek e- bazirganî, e- banka, xizmeta kamuyê em hemû karên xwe li ser înternetê çêdikin. Niha mirov ihtiyacên xwe yên civakî û ragihandinê li ser medyaya civakî bi rê ve dibin. Ji bo vê jî ev encam normal e.
LI TÜRKIYEYÊ PLATFORMÊN KU HERÎ ZÊDE TÊN BIKARANÎN
YouTube 57. 4 milyon
Instagram 52. 15 milyon
Facebook 34.40 milyon
TikTok 26. 56 Milyon
Twitter 16.1 milyon
Li gor raporê li Türkiyeyê herî zêde Youtubê tê bikaranîn , Dûvre Instagram, Facebbok, TikTok û Twitter tê bikaranîn
Di roparê de tiştê herî balkeş jî rêjeya bikaranîna jinan û mêran bû.
Li gor raporê li Türkiyeyê ji sedî 41.3yê jinan ji sedî 58.07ê mêran medyaya civakî bikartînin
Avşar: li Türkiyeyê nifûsa jinan ji nifûsa mêran hindikî zêdetir e. Jin ji mêran zêdetir dijîn û emre wan mezintir e. Ji bo vê jî ev jinên ku emrên wan mezintir in behtir li televizyonê temaşa dikin. Sedema didoyan jî li Türkiyeyê dema ji karê malê dikin bi piranî dikarin li televîzyonê temaşe bikin lê nikarin wê demê medyaya civakî bi kar bînin.
Herwiha li gor raporê li Türkiyeyê bikarhêner rojê 8 saatan İnternet, nêzî 3 seatan jî medyaya civakî bi kar tînin.