Danezana Civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî

Piştî civîna ku li Kulliyeya Serokomariyê 3,5 saetan ajot, danezan hat weşandin.

Danezana Civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî

Di daxnezana Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) de li ser guherankariya iqlîmê wiha hat gotin, "Tirkiye her wekî di mijarên din ên navneteweyî de dike, di vê mijarê de jî çi dikeve ser milê wê dê bike."

Civîna MGKê ya ku bi serektiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hat li darxistin qediya.

Piştî civîna ku li Kulliyeya Serokomariyê 3,5 saetan ajot, danezan hat weşandin.

Di danezana MGKê de tekezî li guherankariya iqlîmê hat kirin û wiha hat gotin, "Li dijî tehdîda guherankariya iqlîmê bal hat kişandin ku divê di asta kurewî de planên hevbeş ên têkoşînê tekevin rewacê. Tirkiye her wekî di mijarên din ên navneteweyî de dike, di vê mijarê de jî çi dikeve ser milê wê dê bike."

Di danezanê de li ser Efxanistanê jî wiha hat gotin, "Bangawazî li civaka navneteweyî hat kirin ku di warê derbaskirina qeyranên mirovî de bi hev re tev bigerin û bi dilsozî berpirsyariyê bigirin."

Dd danezanê de herwiha tekezî li wê yekê jî hat kirin ku piştevaniya ji bo kiryarên yekalî yên Yûnanistan û Rêveberiya Rûm a Qibrisa Başûr nakokiyên li herêmê kûrtir dike. 

Di danezana MGKê ji bo Sûriyeyê jî wiha hat gotin, "Kiryarên ku sivîlan dikin hedef û zirarê din îstiqrarê, hevsengiyên hesas ên li herêmê têk didin û dibin astengê çareseriyên mayinde."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE