Danezana Civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî

Piştî Civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî ya bi serektiya Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan hat lidarxistin, danezan hat parvekirin.

Danezana Civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî

 Di danezana ku piştî Civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) hat weşandin de hat destnîşankirin herakata ku ji bo aşitî û îstiqrara herêmê sûdmend e, heta bigihije armanca xwe dê bidome û ji bo sivîl zirarê jê nebînin hemî cure tedbîr tên sitendin.

Piştî Civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî ya bi serektiya Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan hat lidarxistin, danezan hat parvekirin.

Di danezana Lijneya Ewlekariya Neteweyî de hat gotin ku heta Herekata Kaniya Aşitiyê bigihe armanca xwe dê bidome. Herakata ku ji bo aşitî û îstiqrara herêmê sûdmend e, heta bigihije armanca xwe dê bidome û ji bo sivîl zirarê jê nebînin hemî cure tedbîr tên sitendin.

Herwiha hat îfadekirin ku welatên aliyên mitabeqata herêma ewle li Sûriyeyê, tevî herêmên Til Rifet û Minbicê, pêdivê xebatên paqijkirina terorîstan temam bikin.

Di Danezana MGKê de tekezî li wê yekê hat kirin Tirkiyeya ku di têkoşîna dijî terorê de ji ti berpirsyarî û binbariyê nareve, têkoşîna xwe ya dijî DEAŞa rêxistina terorê jî bi biryardarî didomîne.

Di danezana MGKê de biryarên derbarê bûyerên 1915ê yên bê esil yên ku ti mesneda wan a dîrokî û hiqûqî tune ye bi tundî hatin şermezarkirin.

Di danezana MGKê de hat destnîşankirin ku mijarên herêmî û kurewî, di serî de yên weke Qibris û Rojhilatê Deryaya Spî ku di nava serdemê de derketin holê, hatin gotûbêjkirin, herwiha derbarê peywendiyên derve yên di vê mijarê de ji lijneyê re hatin pêşkêşkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 29 Mijdar 2019, 17:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE