Danezana Lijneya Ewlehiya Neteweyî hat weşandin

Piştî civîna LENê ya ku bi serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê hat kirin danezan hat parvekirin. 

Danezana Lijneya Ewlehiya Neteweyî hat weşandin

Di danezana Lijneya Ewlehiya Neteweyî (LEN) da hat destnîşankirin Yûnanistanê ku hiqûqa navneteweyî tune dihesibîne û helwesta xwe ya dijî têkiliyên mitefîqî û cîraniya baş didomîne ilaweyî çalakiyên xwe yên fîtker îxlalên sehaya peravan û esmanî bi zêdebûn didomîne û pêkan nîne ev yek bê qebûlkirin. 

Piştî civîna LENê ya ku bi serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê hat kirin danezan hat parvekirin. 

Di danezanê da hat diyarkirin ku di civînê da der barê operasyonên ku di serî da PKK/KCK, PYD/YPG, FETO û DEAŞ dijî rêxistinên terorê û her cure tehdîd û xetereyên dijî yekîtiya neteweyî û bihevrabûnê li nav welêt û dervayî welêt bi biryardarî û serkeftî tên kirin da agahî dan lijneyê û tevdîrên din hatin guftûgokirin. 

Di danezanê da hat diyarkirin ku merhaleya têkoşîna dijî FETOya kiryarê teşebûsa derbeyê ya 15 Tîrmehê gihaştiye çi astê û ev hatin gotin: 

"Car din bi awayekî hêzdar hat teyîtkirin hewldanên ji bo berterefkirina şebekeya îxanetê (FETO) ya ku bi rêxistinên terorê yên îstiqrar û ewlehiya Tirkiyeyê hedef digirin ra di nav hevkariyê da ye dê bi biryardarî dewam bike. Bi berfirehî li ser Lûtkeya Serokan a NATOyê ya ku li Madrîdê hat lidarxistin û encamên wê sekinin û hat bibîrxistin ku Tirkiye di îtifaqa ku heftê sal e mensûbê wê ye da berpirsyariyên xwe bêkêmasî û ji dil bi cî tîne û heman helwestê ji mitefîqên xwe jî dixwaze. Di vê çarçoveyê da mitefîqên me yên NATOyê hatin vexwendin ku digel FETO û bi hemû navkirinên xwe va di têkoşîna dijî PKK/KCK-PYD/YPGyê da ligel Tirkiyeyê cî bigirin û piştgiriyê bidinê."

Danezanê da hat gotin ku "Hat gotin Yûnanistanê ku hiqûqa navneteweyî tune dihesibîne û helwesta xwe ya dijî têkiliyên mitefîqî û cîraniya baş didomîne ilaweyî çalakiyên xwe yên fîtker îxlalên sehaya peravan û esmanî bi zêdebûn didomîne û pêkan nîne ev yek bê qebûlkirin."

"Bangî birêvebiriya Yûnanistanê kirin ku dev ji çalakiyên xwe yên ku jiyana koçberên bêdestûr dixe xetereyê û dijî mafên mirovan û hiqûqa mirovî ye berde. Bi hêzdarî piştgiriyê didin vîzyona Komara Tirkan a Qibrîsa Bakur a li ser bingeha wekheviya desthilat ê statiya navneteweyî ya wekhev çareseriya du dewletî."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE