Li Deşta Karsê komkirina silqan dewam dike. Îsal rekolteya silqan bi dilê cotkaran e.
Li deşt û zeviyên Arpaçaya Qersê îsal bi piştgiriya DAP’ê silq hatin çandin.
DAP’ê jî ji bo berhevkirina silqan îsal piştgirî da cotkaran.
Bi saya makîneyên nûjen rekoltaya silqan li gorî salên berê baştir bû.
‘’Ji bo cotkaran me makîneyên herî baş û yên herî erzan şandin. 03.58 Ji ber îklîm û zivistanê cotkarên me berê nikaribûn hemû silqên xwe rakirina. Lê bi saya vê projeya DAP’ê înşallah wê îsal silq li erdê nemînin.’’
Cotkar jî ji berê xwe yê îsal memnûn bûn. Randûman bi dilê cotkaran bû.