"Îdarekirina aboriya Tirkiyeyê karê me ye"

 "Îdarekirina aboriya Tirkiyeyê karê me ye. Deftera hemûyan li ber destê me ye û em pê dizanin. Di halekî wisa da ne ku dilê meriv bi wan dişewite."

"Îdarekirina aboriya Tirkiyeyê karê me ye"

Serok Recep Tayyip Erdogan di mitînga AK partiyê ya li Tuzlayê de bangî gel kir.

ji axaftina Serok Erdogan: 

"Ez ji rêveberiya CHPyê dipirsim; madem hûn bi rûniştin û rabûna vê partiyê (HDP) şerm dikin çima bi wan ra îtifaqê çêdikin. Madem we îtifaq bi wan ra çêkiriye we bi berdêl û bazirganiyên çawa bi wan ra kiriye, çima eşkere nakin. Lîsteya qismek endamên meclisa şaredariyê û namzedên we yên şaredariyan ji ser vê partiyê ji we ra ji Qendîlê hat gelo? De ka vê jî bibêjin. Heke hûn nebêjin jî ji xwe em ê derxin û îlan bikin." 

"Helbet ev hilbijartin hilbijartina herêmî ye. Kemal Efendî derdikeve û behsa aboriyê dike. Şaredar wê aboriyê îdare bikin, beriya her tiştî bira kaseya xwe îdare bikin."

 "Îdarekirina aboriya Tirkiyeyê karê me ye. Deftera hemûyan li ber destê me ye û em pê dizanin. Di halekî wisa da ne ku dilê meriv bi wan dişewite."

"Çi dibe bila xeyd, diljêmayîn û filan û bêvan nebe. Ez bangî alîgirên AK Partiyê dikim, divê em li vê derê tawîzê nedin."

"Tu (Meral Akşener) rabî ji Tayyîp Erdogan ra bêjî te îstiqameta xwe şaş kiriye û ji gel ra dibêjî terorîst. Ev mijara qoşxane û qapaxê ye. Bi Kemal Efendî ra geriya û îstiqameta xwe şaş kir."

"Me kefenê xwe li xwe pêça û em derketin vê rê. Em ne wekî vana ne li pêş me meqamê şehadetê heye. Me wê şehadetê ji xwe ra kir armanc û em derketin rê. Ji ber vê jî ferqa di navbera me û vanan da ev e."

"CHP her tim hewl dide veşêre, ligel vê rastiyek heye ku şirîkekê wan ê din jî derket holê. Ev partiya ku ji fermana Qendîlê dernakeve, namzedên şaredarî û parlamenteriya wan ji wir tê eşkerekirin bi caran îlan kir ku piştgiriyê dide CHPyê."

"Ez bangî kesên dil dane CHP, qaşo Partiya ÎYÎ, HDP û Saadetê dikim, ev îtifaqa tarî feydeyeke biçûk jî wê nede welatê me û nede Stenbolê."

Dîroka nûkirinê: 29 Adar 2019, 17:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE