Diçin mala nexweş, kal û pîrên ku nikarin derkevin derve û li ber deriyê wan xizmetê didin. Xebatkarên îdareya nifûsê ya erdîşê kar û barê welatiyên kal û pîr li mala wan safî dikin.
Rêvebiriya Nifûsê ya Vanê ji bo rihetiya kal, pîr û welatiyên nexweş projeyek da destpêkirin.
Di çarçoveya projeyê de personelên rêvebiriya nifûsê xizmetê dibin ber deriyê welatiyên hewcedar.
Xebatkar tevî cihazên xwe li malên kal, pîr û nexweşan digerin, kar û barên wan ên li nifûsê li mala wan safî dikin.
Bi saya vê projeyê nexweş û kal û pîr aciz nabin û dernakevin derve.