Li Selîma Qersê beriya 49 salan li dora îstasyona trênê şitil hatin danîn. Ew şitil mezin bûn û bûn darên qirase. Niha li wê derê daristaneke mezin heye.
Ev der îstasyona trênê ya navçeya Selîma Qersê ye.
Mîdûrê Rêhesinê yê vê heyamê beriya 49 salan li vê derê şitil danîn. Niha ev der bûye daristaneke bêhempa.
Darên ku ji bo tîna ba û bahozê bişkîne hatibûn danîn dora Îstasyonê kirine wek cinetekê.
Her wiha welatî havînan li vê dera xweşik piknîkê jî dikin.