Daristanên Sarıkamışê di payîzê da rengo rengo bûn

Li Sarıkamışê Çemê Suluyê û Çemê Karanlikê û li Geliyê Keklikê ku lê Gola Werdekan, Şiranek û Daristanên Sariqamîşê lê hene di payîzê da darên sipîndar, narewan û şîlanan rengo rengo bûn û dîmenên xweş derketin.

Daristanên Sarıkamışê di payîzê da rengo rengo bûn

Tebîeta Sarıkamışa navçeya Karsê di payîzê da rengo rengo bû.

Li Sarıkamışê Çemê Suluyê û Çemê Karanlikê û li Geliyê Keklikê ku lê Gola Werdekan, Şiranek û Daristanên Sarıkamışê lê hene di payîzê da darên sipîndar, narewan û şîlanan rengo rengo bûn û dîmenên xweş derketin.

Siruşthez û wênekêş di nav tebîeta Sarıkamışê da him digerin û him jî wêneyan dikişînin.

Zeynep Kurtuluşa ji bona kêfê wêneyan dikişîne  destnîşan kir Sarıkamış di payîzê da zehf xweş e.

Kurtuluşê diyar kir di payîzê da tebîeta navçeyê rengo rengo dibe û wiha got: "Em wek wênekêşên amator me wêneyên xweş kişandin. Sarıkamış, li gor demsalên din di payîzê da hê xweş dibe. Darên sipîndaran rengo rengo ne. Dîmenên xweş derdikevin."

Alper Yildirimê wênekêş destnîşan kir Sarıkamış di payîzê da zehf xweş e û wêneyan dikişînin û got ku bira her kes bê serdana herêmê.

Turku Demirciya siruşthez jî diyar kir di payîzê da gera li tebîetê zehf xweş e.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE