Darên şiloran bi hewayê xapiyan payîzê kulîlk vekirin

Li Qaqizmanê darên şiloran bi hewayê xapiyan cara duyem kulîlk vekirin

Darên şiloran bi hewayê xapiyan payîzê kulîlk vekirin

Li Qaqizmana navçeya Qersê darên şiloran ên fêkî dane îsal cara duyem kulîlk vekirin.

Li taxa Zuvarê darên şiloran ên baxçeyê Muhîttîn Turan tijî fêkî ne, nehatine berhevkirin, lê dîsa kulîlk vekirin.

Serokê Odeya Ziraetê ya Qaqizmanê Sulhettîn Gunday daxuyand li navçeya Qaqizmanê bilindahî kêm e, hewa hê zêde sar nebûye ji ber vê darên fêkiyan kulîlk vedikin.

Gunday wiha axivî: "Germahiya hewayê di nav rojê da 24-25 pile, şev jî dora 8 pileyan da ye. Di hewaya wiha da av ji koka darên fêkiyan nakişe, darên şiloran jî vê dixapin û cara duyem fêkî didin, lê hindik fêkî çêdibin. Dar bi hewayê dixapin."

Xwediyê baxçeyê Muhîttîn Turan jî got cara ewil e ew tiştekî wiha dibîne û ji ber vê şaş û metel maye.AA

Dîroka nûkirinê: 11 îlon 2019, 17:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE