Li Sarîqamîşa navçeya Qersê ya li Tirkiyeyê ji bo turîzma zivistanê tê tercihkirin darên ku zivistanê ji ber berf û bagerê dişkên bi destê gundiyan û wezifedarên daristanê tevkariyê didin aboriya welêt.
Zivistanê Navenda Xweşiqitandinê ya Cibiltepeyê xizmetê dide turîstên xwecî û biyanî, dora navenda bi darên çamê hatiye pêçan. Zivistanê ji ber berf û bagerê hin dar dişkên di ser hin ciyan da dikevin. Wezifedarên Midûriyeta Xebitandina Daristanan a Sarîqamîşê ji bo tesbîtkirina darên şikestî xebat dan destpêkirin.
Wezifedar li Newala Kewan, Acisu, Aşît, Çemê Gomê, Qizil, Himamlî, Qereqirut û Xandereyê darên zirar dîtine tesbît dikin.
Ji bo ku darên şikestine nerizin û zirarê nedin darên din gundî wan daran qasî 3 û 6 mêtreyan dibirin amade dikin û paşê dibin depoya firotinê ya Xebitandina Daristanan.
Darên li vê derê tên komkirin ew ê bi îhaleyê werin firotin.
- Berf û bagerê îsal zêde zirar da
Omer Abakê Midûrê Xebitandina Daristanan a Sarîqamîşê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber berfa giran û bayê gurr dar dişkên.
Abak destnîşan kir ku îsal li navçeyê berf zêde barî û wiha pê da çû: "Li gor salên din îsal berf zêde barî û bager rabû, ji ber vê jî dar zêde şikestin. Em ê di dema herî kin da darên şikestine ji bo aboriya welêt binirxînin û daristana xwe paqij bikin. Hê li hin ciyan berf neheliyaye me darên li wê derê tesbît nekirine. Em ê darên li wê derê jî tesbît bikin."
AA