Li Herêma Wanê êdî hin malbatên mezin him ji bo keçan qelen naxwazin, him jî ji her kesî dibêjin dema hûn hatin dawetê xelatan nedin. werin em bi hev re li daweta malbatên ulaş û samê temaşe bikin.
Li herêma Wanê ji ber qelen û xelatan êdî wisa bûbû ku ciwan nikaribûn bizewicin.
Ji ber vê jî malbatên Ulaş û Samê jî wekî hin malbatên din biryareke girîng dan.
Malbatan biryar da ku êdî ji malbatên ciwanan ne qelen ne jî xelatan bistînin.
Di dawetên wan de tenê mewlûd tê xwendin û dia tên kirin.
Malbat ji mêvanan re dibêjin xelatan jî bi bûk û zave ve nekin.
Malbatên Ulaş û Samê dixwazin ku malbatên din jî wekî wan bikin.