Li gorî giştnameya Wezareta Navxweyî dê dawiya hefteyê li15 wîlayetan sînordarkirina derketina derve bê cîbicîkirin.
Beriya sînordarkirina derketina derve roja îniyê dê markêt, mêwefiroş, qesab û mêwişkfiroş heta seat 23.00'w vekirî bin.
Roja şemiyê ku wê rojê sînordarkirina derketinê heye, dê markêt, mêwefiroş, qesab û mêwişkfiroş dê seat ji 10.00 heta 17.00an vekirî bin.
Roja şemî û yekşembê rojên sînordarkirina derketinê, dê xwaringeh û kargehên weke wê bikaribin siparişan bişînin navnîşanan.
Di rojên sînordarkirinê de dê firin, hevîremenîfiroş yên xwedan ruxset digel nanfiroş, îmalxaneyên şêraniyê û firoşgehên wan vekirî bin.