Dawiya hefteyê şilî wê li rojhilatê welêt dewam bike

Li gorî zivistanê wê serma normalîze bibe.

Dawiya hefteyê şilî wê li rojhilatê welêt dewam bike

Hefteya pêş me wê germahî zêde bibe. Serma dê dawiya heftê bikeve. Li anatoliya navîn û rojhilatê welêt, germahî wê li gorî demsalê heta 4 dereceyan zêde bibe.

Dê germahî zêde bibe,

Lê şilî jî wê dewam bike.

Li welêt serma wê dawiya heftê dakeve.

Ji roja duşemê û şûn de ji aliyê Behra Spî ve hewaya nerm û baran tê.

Dê ji başûrê welêt dest pê bike û li seranserê welêt belav be.

Her wiha germahî wê ji rojavayê welêt dest pê bike û zêde bibe.

Li gorî zivistanê wê serma normalîze bibe.

Tê çaverêkirin ku gerhamî li anatoliaya navîn û rojhilatê welêt heta 4 dereceyan zêde be.

Li temama welêt, roja yekşemê wê şilî û şepelî tunebe.

Her çend hefteya bê germahî li seranserê welêt zêde bibe jî, baran jî wê nesekine.

Roja duşemê piştî nîvro li aliyê Muğla û Antalyayê wê barana gij bibare.

Barana gij wê roja Sêşemê li Behra Spî, pişt re jî li Rojhilat, Başûrê Rojhilat û li Anatoliaya Navîn bibare.

Roja Çarşemê jî bakurê Marmarayê û peravên Egeyê ne tê de, wê li seranserê welêt şilî hebe.

Tê çaverêkirin ku şilî roja Pêşemê jî li aliyê rojhilat hebe lê piştre wê bisekne.

Dîroka nûkirinê: 01 Kanûn 2018, 16:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE