Dawiya hefteyê wê noterên nobedar hebin

Noterên nobedar wê ji saet 09.00an heta 17.00an vekirî bin...

Dawiya hefteyê wê noterên nobedar hebin

Noterên nobedar dest pê kirin. Noterên nober dawiya hefteyê dê ji saet 9an heta saet 5ê êvarê vekirî bin. Li Stenbolê 4, li Enqere û Îzmîrê 2, li bajarên din jî wê noterek dawiya hefteyê xizmetê bide.

Amadehî qediyan û noberiya noteran dest pê kir.

Noterên diyarkirî wê roja şemî û yekşemê di navbera saet 9 û 5ê êvarê de xizmetê bidin.

Li Stenbolê dê du heb li Ewropayê, du heb jî li aliyê Anatolyayê bi giştî 4 noter xizmetê bidin.

Li Enqere û Îzmîrê jî dê li her yekî 2 heb noter vekirî bin.

Bi saya vê dê barê noterên nava heftê jî sivik bibe.

Him jî wê karê kesên ku ji derveyî bajêr tên hêsantir bibe.

Herwiha tê payîn sektora otomotîvê jî bi saya noterên nobedar zêde kar bikin.

Herwiha atolyeyên çapkirina plakayan jî dê dawiya hefteyê vekirî bin.

Bi vî awayî plakayên nû jî dê werin derxistin.

Yekîtiya Noterên Tirkiyeyê jî dê li ser malpera xwe lîsteya noterên nobedar eşkere bike.

Piştre dê heta saetekê nobedariya dawiya hefteyê were berfirehkirin.

Dîroka nûkirinê: 06 Nîsan 2019, 16:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE