Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar diyar kir, ji Efxanistanê texliyekirina eskerên Tirkiyeyê dest pê kir ku eskerên Tirkiyeyê serbilind e, wezîfeya ku li Efxanistanê lê hatibû sipartin bi awayekî serkeftî anî cih û wiha got, "Hedefa me ew e ku em di demeke kurt da xebatên întiqalkirinê temam bikin."
Wezîr Akar pirsa peyamnêrê AAyê ya li ser texliyekirina eskerên Tirkiyeyê ji Efxanistanê, bersivand.
Akar bal kişand ku pêvajoya texliyekirina eskerên Tirkiyeyê dest pê kir û wiha got:
"Digel siqletiya derasayî ya li balafirgehê personelên Artêşa Tirkiyeyê bêyî pirsgirêk ji bona texliyekirinê hewl didin. Em ji bo piştgiriya wan, sipasiya Pakistan û Tacikistana dost û bira û her wiha mitefiqên ku em bi hev ra xebitîn dikin. Fealiyetên me bi kordîneya bi Wezareta Karên Derva û saziyên têkildar va di çarçoveya planên me yên texliyekirinê da didomin."AA