Daxuyaniya Altun a li ser doza girtina HDPyê

"Bi tenê Dadgega Destûrê dê bersiva wê pirsê bide ka gelo ji ber vê têkiliyê pêwîst e ku HDP were girtin an jî cezayekî din lê were birîn."

Daxuyaniya Altun a li ser doza girtina HDPyê

 Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettin Altun got, "Ew yek rastiyek e û înkara wê pêkan nîne ku têkiliyên organîk ên HDPyê bi rêxistina terorê PKKyê ra hene."

Altun di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da da bibîrxistin, Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekir Şahin serî li Dadgeha Destûrê da û xwest ku HDP were girtin û wiha got:

"Ew yek rastiyek e û înkara wê pêkan nîne ku têkiliyên organîk ên HDPyê bi rêxistina terorê PKKyê ra hene. Rêveberên payebilind ên HDPyê û berdevkên wê bi daxuyanî û fealiyetên xwe gelek caran û bi awayekî bi îstiqrar ew yek selimandine ku baskê siyasî yê PKKyê ne.

Bi tenê Dadgega Destûrê dê bersiva wê pirsê bide ka gelo ji ber vê têkiliyê pêwîst e ku HDP were girtin an jî cezayekî din lê were birîn. Em bangî herkesî dikin ku rêzê nîşanî daraza Tirk a serbixwe bidin û em wisa bawer in ku pergala me ya edlî dê edaletê bide tecelîkirin."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE