Daxuyaniya Çavuşoglu ya li ser şewatên li Antalyayê

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu: "Li Antalyayê heta îro li 19 cihan şewatê dest pê kir, li 14 cihan hat kontrolkirin"

Daxuyaniya Çavuşoglu ya li ser şewatên li Antalyayê

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu got, "Li Antalyayê heta îro li 19 cihan şewat dest pê kir, li 14 cihan hat kontrolkirin."

Çavuşoglu bi Murat Kurumê Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê û Adil Karaîsmaîlogluyê Wezîrê Gîhandin û Binesaziyê va li Manavgata navçeya Antalyayê di Navenda Kordînasyonê ya AFADê da civîn kir û paşê daxuyanî da.

Çavuşoglu daxuyand, ji bo temirandina agir ji hewa û bejayê va xebat dewam dikin û wiha dewam kir:

"Li Antalyayê heta îro li 19 cihan şewatê dest pê kir, li 14 cihan hat kontrolkirin. Em bi hemû derfetên xwe va, bi seferberiyê di nav hevkarî û ahengê da têkoşîna xwe ya dijî şewatan didomînin. Bi midaxelaya îro va pêşî lê hat girtin ku şewat bipeke herêmên krîtîk ên li Manavgatê. Li Antalyayê bi 6 hezar û 524 personel, 8 balafir, 2 ÎHA, 30 firoke, 456 arazoz, 426 makîneyên kar û 172 wesayîtên îtfaiyeyê bi tevahî 1841 wesayît midaxele dikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE