Daxuyaniya Guven ya li ser encamên hilbijartina Stenbolê

"Pêvajoya îtirazê heye. Dema ku pêvajoya îtirazê biqede kê heq kiribe em ê mezbateyê bidin wî"

Daxuyaniya Guven ya li ser encamên hilbijartina Stenbolê

 Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (LHB) Sadî Guven wiha got ku hilbijartina ji bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin bihizûr derbas bû û wiha got: "Pêvajoya îtirazê heye. Dema ku pêvajoya îtirazê biqede kê heq kiribe em ê mezbateyê bidin wî." 

Guven li deriyê avahiya LHByê der barê encamên hilbijartinê da pirsên rojnamevanan bersivandin. Guven got ku li bajêr di 31 hezar û 342 sindoqan de 10 milyon û 560 hezar û 963 hilbijêran rayê avêtin û wiha axivî:

"Di sîstema me da wekî fermî sedî 65 encam eşkere bû. Heta niha rayên di 19 hezar û 910 sindoqan de hatin qeyidkirin. Li gor texmîna me di demekê kin da em ê hemû encamên sindoqan qeyidbikine sîstemê. Pêvajoya îtirazê heye. Dema ku pêvajoya îtirazê biqede kî heq kiribe em ê mezbateyê bidin wî." 

AA

Dîroka nûkirinê: 24 Hezîran 2019, 17:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE