Daxuyaniya li ser biryara doza hevpar a Sererekaniyê

Akar: Edaleta Tirkiyeyê ceza da wan nemerdan

Daxuyaniya li ser biryara doza hevpar a Sererekaniyê

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusi Akar, derheqê biryara doza hevpar a sererekaniyê de got: “edaleta tirkiyê ciza da wan xayîn û nemerdan.”

Wezîr Akar di merasîma sondxwarina hêzên taybet de mijarên rojevê nirxandin. Akar got ku piştî operasyonên xendekan ên li başûrê rojhilat, hewla derbeya xayîn a 15ê Tîrmehê jî hat têkbirin.

Hulusî Akar behsa hevdîtinên bi Emerîkayê re yên li ser S-400 û F-35an jî kir.

Akar bal kişand ser têkiliyên bi NATO’yê re û wiha pê de çû: Tirkiye, hemû berpirsiyariyên xwe bê kêmasî tîne cih. Bi kirrîna S-400an em ji NATO’yê dûr nakevin.”

Wezirê Parastina Neteweyî Akar bibîr anî ku Tirkiye ji 9 hevparên F-35an e û got “tu eleqeya vê pêvajoyê bi F-35an re tune ye.”

Herî dawî got: ”F-35 ji bo S-400an ne tehdît e, em dixwazin di serî de Emerîka, hemû hevalbendên me bi aqilselîmî bifikrin.”

Akar, di meseleya geşedanên Behra Spî de jî got; “Tirkiye wê helwesta xwe ya biryardar bidomîne.”

Dîroka nûkirinê: 21 Hezîran 2019, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE