Daxuyaniya li ser civîna NATOyê

Kalin: Hevdîtina me ya bi şandeya Emerîkayê re di 3 û 4ê Kanûnê de ye

Daxuyaniya li ser civîna NATOyê

Di serê meha Kanûnê de wê berê herkesî li civîna NATOyê ya li Londonê be. Li Londonê bi Emerîkayê re dê li ser s-400ab civîna ewil bê kirin. Di navbera Tirkiyê, Îngilistan, Elmanya û Fransayê de jî wê hevdîtin pêk bê. Daxuyaniya li ser civîna NATOyê û hevdîtina çaralî ji berdevkê Serokkomariyê Îbrahim Kalin hat.

Berdevkê Serokkomariyê Kalin : “civîna ewil a girîng wê di 3 û 4ê kanûnê de li Londonê bê kirin. em ê di cîvina NATO’yê de li wir bên cem hev.”

Berdevkê Serokkomariyê İbrahim Kalin derbarê S-400an de axivî û got em paşde gav navêjin.

Bal kişand ser bibiryardariya Tirkiyê û got: Em ê li Londonê bi Emerîkayê re xeberdin.

Berdevkê Serokkomariyê Kalin : “Em ê pêşniyazên xwe ji wan re bibêjin û em ê li pêşniyazên wan guhdar bikin. Ez dikarim bibêjin ku pêvajoyek dest pê kiriye. Li gorî me çareserkirina pirsgirêkê hêsan e.”

Beriya civîna NATO’yê wê li Londonê hevdîtina serokan a çaralî bê kirin.

Berdevkê Serokkomariyê Kalin : “Tirkiye û 3 welatên Ewropayê, Elmanya, Îngilistan û Fransayê re wê hevdîtin bê kirin. Di wê civînê de jî wê pêwendiyên dualî, têkiliyên Tirkiyê yên li ser Yekîtiya Ewropayê û mijarên herêmî bên nirxandin.”

Ev daxuyanî piştî civîna kabîneyê hatin.

Piştî civînê Serok Erdoğan behsa têkiliyên bi Emerîkayê re kir.

Di rojeva kabîneyê de mesele û geşedanên dawî yên li bakurê Sûriyê hebûn.

Mixatap hatin hişyarkirin.

Berdevkê Serokkomariyê Kalin : “Hûn tehrîkên li qadê dibînin, em banga xwe ya ji bo muhatabên xwe yên ku me bi wan re peyman danîne dubare dikin. Êrîşên xwekujiyê yên endamên terorê bi tu awayî nayên qebûlkirin. Ji bo ev êrîş bên sekinandin Emerîka û Rûsya berpirs in.”

İbrahim Kalin gelek mijarên ku di rojevê de ne jî nirxandin.

Bertek nîşanî kolana li gola bêbin a li Gümüşxaneyê da.

Berdevkê Serokkomariyê Kalin : “Ji bo liv û tevgerên ku berhemên dîrokî û xwezayî xera dikin, em nikarin bêdeng bimînin. Ev ne pêkan e. Ji bo ew der bibe wekî berê, çi ji destê me bê em ê bikin.”

Dîroka nûkirinê: 22 Mijdar 2019, 17:00
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE