Daxuyaniya li ser encama îtirazan

Gul ji bona bernameyên curbecur çû Sêwasê û piştî serdana Serokatiya Bajêr ya AK Partiyê ya Sêwasê daxuyanî da rojnamevanan.

Daxuyaniya li ser encama îtirazan

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul: "Di encama îtirazan da ne gorî filan û bêvan partiyê îradeya gel çi be ew derdikeve meydanê. Em dixwazin îradeya gel çi be ew derkeve holê. Ne gorî partiyekê em dixwazin bêûsûliyên dijî terciha gel bên tesbîtkirin."

Gul ji bona bernameyên curbecur çû Sêwasê û piştî serdana Serokatiya Bajêr ya AK Partiyê ya Sêwasê daxuyanî da rojnamevanan.

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul der barê îtirazên li Stenbolê bo hilbijartina herêmî hatine kirin da wiha got: "Di encama îtirazan da ne gorî filan û bêvan partiyê îradeya gel çi be ew derdikeve meydanê. Em dixwazin îrade gel çi be ew derkeve holê. Ne gorî partiyekê em dixwazin bêûsûliyên dijî terciha gel bên tesbîtkirin."

Abdulhamît Gul diyar kir di encama vê pêvajoyê da kesên zêde diqîrin û serî li rêbazên curbecur dixin bi ser nakevin û wiha got: "Wê kî mafdar be ew bi ser bikeve. Ev jî wê bi destê Lijneya Hilbijartinê bê tescîlkirin. Li Tirkiyeyê di vê mijarê da Lijneya Hilbijartinê otorîteya dawîn e."

Dîroka nûkirinê: 05 Nîsan 2019, 17:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE