Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar: "Li giravên ku di statuya xeyrî eskerî da ne, bicîkirina çekan bi eşkereyî peyman û hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin."
Akar piştî civîna li Wezareta Parastina Neteweyî bi beşdariya fermandarên din hat kirin der barê geşedanên li Behra Sipî û Egeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Wezîrê Parastina Neteweyî Akar destnîşan kir li giravên ku di statuya xeyrî eskerî da ne bicîkirina çekan bi eşkereyî peyman û hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin û wiha got: "Ez ji hevtayê xwe yê Yewnan dixwazim ku gorî têkiliyên me yên jidil û baş di vê mijarê da û di yên din da tevdîrên hewce dikin hilde."