Daxuyaniya li ser hevdîtina Erdogan û Trump

Di daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê da hat bibîrxistin ku Serokomar Erdogan û Serokê Amerîkayê Trump têkiliyên dualî û geşedanên li Sûriyeyê û mijarên herêmî nirxandin....

Daxuyaniya li ser hevdîtina Erdogan û Trump

Hat ragihandin ku di hevdîtina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump  di çarçoveya Lûtkeya G-20ê da kirin da bal kişandin ser biryardariya ji bo bicîanîna hewcedariyên ewlekariya neteweyî ya Tirkiyeyê û fikarên ji bo hewlên dibe ku zirarê bidin hevkariya stratejîk parve kirin.

Di daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê da hat bibîrxistin ku Serokomar Erdogan û Serokê Amerîkayê Trump îro hatin ba hev.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku di hevdîtina Erdogan û Trump da têkiliyên dualî û geşedanên li Sûriyeyê û mijarên herêmî hatin nirxandin û wiha pê da çûn:

"Herdu serokan hedefa bazirganiya 75 milyar dolarî digre ji nû va teyîd kirin û gavên werin avêtin nirxandin.

Birêz Serokomarê me bal kişand ser biryardariya bicîanîna hewcedariya ewlekariya neteweyî ya Tirkiyeyê, fikarên xwe yên li ser hewlên dibe ku zirarê bidin hevkariya stratejîk parve kir.

Birêz Trump bi bîr xist ku Tirkiyeyê ji bo kirîna sîstema parastina hewayê serî li Amerîkayê xistiye û rêveberiyên berê ev red kirine, daxwaza wan ew e ku mijarê wisa çareser bikin ku zirarê nede têkiliyên dualî."AA

Dîroka nûkirinê: 03 Tîrmeh 2019, 16:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE