Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar piştî civîna çapemeniyê ya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Somaliyê Hesen Şêx Mehmûd, pirsa rojnamegeran a li ser "korîdora dexl û den" bersivand.
Di mijara ji lîmanên Ukraynayê texliyekirina keştiyên ku dexl û den lê hatine barkirin da ji Wezîr Akar hat pirsîn ku rewşa dawîn a hevdîtinên ser "korîdora dexl û den" çiye. Akar diyar kir ku Serokomar Erdogan ji bo çareserkirina "krîza xida" xebatên dîplomatîk meşandin û di çarçoveya xebat û dîrektîfên Erdogan da wan hevdîtin kirin û ev hevdîtin erênî derbas bûn.
Akar daxuyand ku aliyên teknîkî, di seyr û seferên behrê da aliyên ewlehiyê hene, ji bo vê ew bi Ukrayna, Rûsya û Neteweyên Yekbûyî ra di nava kordînasyonê da ne û wiha dewam kir, "Em bi wezaretên têkildar û saziyan ra xebatên xwe didomînin. Di demeke nêz da ji bo ku em encameke erênî bi dest bixin, çi ji destê me tê, em dikin."AA