Daxuyaniya li ser kuştina General Silêmanî

Kalin got "Em gelekî bifikar in ku bi taybetî Iraqa cîranê me bibe qada rageşî, bêîstiqrarî û cihê bidestxistina nifûzê."

Daxuyaniya li ser kuştina  General Silêmanî

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin der barê kuştina General Silêmaniyê Îranê da got ku wek Tirkiye bangî hemû aliyan dikin ku aqlê selim tevbigerin, ji pêngavên ku dê rageşiyê zêde bikin dûr bisekinin. 

Kalin ji ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê di êrîşa Amerîkayê da kuştina Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya girêdayî Mihafizên Şoreşa Îranê parvekirin kir.

Îbrahîm Kalin diyar kir wekî ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di her firsendê da tîne ziman xetayên ku di van demên dawîn da li herêmê li pey hev tên kirin, helwestên mezhebparêz û midaxaleyên dervayî hatiye wê radeyê ku aştî û îstiqrara navneteweyî tehdîd dike.

Kalin got "Em gelekî bifikar in ku bi taybetî Iraqa cîranê me bibe qada rageşî, bêîstiqrarî û cihê bidestxistina nifûzê." û ev gotin:

"Di vê çarçoveyê da êrîşa dijî Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya girêdayî Mihafizên Şoreşa Îranê û kesên pê ra dê li herêmê rageşî û pevçûnan xurt bike. Em wek Tirkiye bangî hemû aliyan dikin ku aqlê selim tevbigerin, ji pêngavên ku dê rageşiyê zêde bikin dûr bisekinin. Welatê me ji bo ku aştiya herêmî û gerdûnî hilde bin temînatê dê bi awayekî berfireh bikaranîna hemû derfetên dîplomasiyê bidomîne."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE