Daxuyaniya li ser li Fîkîrtepeyê karê çêkirina înşaetan

"Li Fîkîrtepeyê wek wezaret em bi Serokatiya TOKÎyê û bi destê Emlak Konutê va dikevin nav karê çêkirina înşaetan"

Daxuyaniya li ser li Fîkîrtepeyê karê çêkirina înşaetan

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum got, "Bi telîmata Serokomarê me ji bo ku Fîkîrtepe serkeftina bajarvaniyê ya mînak bê bibîranîn, dewleta me bar hilda li ser xwe."

Kurum: "(Fîkîrtepe) Wek wezaret em bi Serokatiya TOKÎyê û bi destê Emlak Konutê va dikevin nav karê çêkirina înşaetan."

Wezîr Kurum: "(Fîkîrtepe) Emê planên hin cihan yên hê nehatine destpêkirin, tu peyman nehatine kirin û nehatine hilweşandin nû bikin, di meja çileya pêşîn da planên nû eşkere bikin. Bi destê dewletê emê avahiyan çêbikin."

Wezîr Kurum wiha dewam kir, "Bihayê veberhênana Projeya Fîkîrtepeya Nû ya ku 60 hezar welatiyên me rasterast eleqedar dike wê 5 milyar lire be. Înşallah emê bilez dest bi projeya ku qadeke înşaetê ya milyonek û nîv mêtroqereyê dihewîne bikin û emê wek etap teslîmî welatiyên xwe bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE